Heleb: Nasnameya kesên di bin kavil de canê xwe ji dest dane diyar bû

Li taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn a Helebê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye avahiyeke 5 qatî hilweşiya û di encamê de 16 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes bi saxî ji bin kavilan hatine derxistin. Yek ji qurbaniyan helbestvan Ridwan Sebrî Mihemed ê 55 salî bû.

23.01.2023, Pts - 05:50

Heleb: Nasnameya kesên di bin kavil de canê xwe ji dest dane diyar bû
Nuçe Belav bike

Duh serê sibehê demijmêr 2.30 xulek avahiyeke 5 qatî li taxa Şêx Meqsûd ya Kurdnişîn li Helebê herfiî, di encamê de 16 kesan canê xwe ji dest dan û kesên din jî bi saxî ji bin kavilan hatine derxistin.

Çavkaniyekê ji taxa Şêx Meqsûd ji Rûdawê re got, qatê xwarê yê wê avahiyê cihê şûştina otombîlan bûye, dibe ku av çûye binê avahiyê û bûye sedema herifînê, lê heta niha Rêveberiya Xweser sedema wê yekê eşkere nekiriye.

Hevserokê Encûmena Giştî li Taxa Şêx Meqsûd jî ragihand, 7 malbat di wê avahiyê de bûn, hejmara wan 23 kes in.

Kesên di bûyerê de canê xwe ji dest dane, Zerîfe Îbo ya 33 salî, Cangîr Îbo 14 salî, Eflyan Îbo 13 salî, ji gundê Qeretepe yê Şera ya Efrînê ne. Herweha Resûl Îbo yê 46 salî û hevjîna wî Gulnaz Kedro ya 33 salî.

Ji Malbata Rîhanî, Wail 37 salî, hevjîna wî Duaa Silêman ku ji Qamişlo ye û zaroka wan Îvana ya 20 rojî.

Ji Malbata Cearûr ku Ereb in, Hemîde 7 salî, Yûsif 2 salî Cemal 10 salî û dayika wan Meys Memdûh û miroveke wan bi navê Wîsal Cearûr.

Cemal Cearûr yê 60 salî û Mistefa Îbo yê 17 salî bi birîndarî ji bin kavilan hatine derxistin ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Herwiha Helbestvan û pêşkêşkarê programên Newrozê Ridwan Sebrî Mihemed ku weke Ridwan Agirî dihate naskirin, ku xelkê gundê Xilnêrê yê nahiya Mabata bû tevî hevjîna xwe Zeyneb Osman ji gundê Şeran bû, di herifîna avahiya Şêx Meqsûd de jiyana xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:22:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x