Opozîsyona Sûriyeyê bi nûnerê Amerîkayê re civiya

Opozîsyona Sûriyeyê, bi Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger re civiya.

23.08.2023, Çar - 06:39

Opozîsyona Sûriyeyê bi nûnerê Amerîkayê re civiya
Nuçe Belav bike

Amerîkayê Grûpa Emşatê û Grûpa Hemzatê yên di nav Îtilafa Sûriyeyê de ceza kirin.

5 roj piştî vê yekê Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ebdilrehman bi Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger re civiya.

Civîn li bargeha Hikûmeta Opozisyona Sûriyeyê ya li Dîloka Bakurê Kurdistanê çêbû.

Opozisyona Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got, herdu aliyan rewşa Sûriyeyê ya siyasî, aborî û xizmetguzariyê gotûbêj kirine.

Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyeyê diyar ku wan behsa gavên Hikûmeta Demkî yên ji bo avakirina saziyan li bakurê rojavayê Sûriyê û pêşxistina wan kiriye.

Herwiha di civînê de çareseriya siyasî ya li gorî biryara 22.54ê ya Encûmena Asayişa Navdewletî û şerê terorê û veguhestina siyasî li Sûriyeyê hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 356 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:24:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x