Rûsya: Biryara beşdarbûna Kongreyê ya Kurdan dê civîna sê alî de diyar bibe

Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyyaê Yuri Uşakov diyar kir ku mijar vexwendina an nevexwendina Kurdan ji bo Kongreya Diyaloga Neteweyî ay Sûriyeyê dê roja çarşemê di lûtkeya sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê de were gotûbêjkirin. Uşakov ragihand ku dîroka kongreye jî hîn ne diyar e.

20.11.2017, Pts - 09:46

Rûsya: Biryara beşdarbûna Kongreyê ya Kurdan dê civîna sê alî de diyar bibe
Nuçe Belav bike

Uşakov ji bo pirsa li ser diyarbûna dîroka Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê got, "Na, hîn diyar nebûye."

Uşakov ji bo mijara beşdarbûn an jî beşdarnebûna kurdan ji bo kongreyê jî got, ev mija roja çarşemê li Soçiyê dê di civîna Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî de were nirxandin.

Uşakov got, ‘Ev hemû tişt dê werin axaftin."

Her wiha Uşakov ragihand ku di wê lûtkeya ku dê aramiya Sûriyeyê were gotûbêjkirin de rayedarên leşkeri jî dê cih bigirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1035 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:20:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x