Rûsya: Artêşa Sûriyeyê baregeha leşkerî ya Amerîkayê dorpêç kir

Serfermandarê Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasîmov ragihand ku baregeha leşkerî li Tenfê ya Amerîkayê ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin. Gerasîmov diyar kir ku li baregehê milîtan tên perwerdekirin.

27.12.2017, Çar - 13:16

Rûsya: Artêşa Sûriyeyê baregeha leşkerî ya Amerîkayê dorpêç kir
Nuçe Belav bike

Gerasîmov ji rojnameya Komsomolskaya Pravdayê re axivî û destnîşan kir ku baregaha leşkerî El Tenfê ya Amerîkayê ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve bi temamî hatiye dorpêçkirin.

Gerasîmov got: "Beregeh ji durahiya 55 kîlometro ve hatiye dorpêçkirin û herêm ji aliyê hêzên hikûmetê ve tê kontrolkirin. Di çevdêriyên ji hewan û rêbazên din de tê dîtin ku milîtan tên perwerdekirin. Gerasîmov, çend mehên tevgerderiya milîtanan li baregehê heye û 350 milîtan di heyama ku kontrol lawaz bûn ji El Tenfê veqetiyan."

Gerasîmov eşkere kir ku milîtanên DAIŞê di bin navê ‘Artêşa Sûriyeya Nû' de civiyane û armanca wan jî bêîstîqrarkirina rewşa li Sûriyeyê ye.

Gerasîmov wiha pê de çû: "Piştî têkçûna DAIŞê ya li Sûriyeyê hebûna Amerîkayê li beregeha El Tenfê bêwateye."

Amerîka jî îdia dike ku baregeha li Tenfê bihurbar e û hêzên ku li dijî DAIŞê şer dikin li baregehê perwerde dikin. Amerîka beriya niha îdiayên Rûsyayê di derbarê vê mijarê de jî qebûl kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1455 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:27:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x