'Şamê bi rêya Moskowê muxtira da Enqerê'

Parlamenterê Sûriyê Elî Odeh El Cadan ji rûdawê re ragihand: “Civîna 4 welatan ji ber muxtiraya (bîrname) lihevkirinê ya Şamê bi rêya Moskowê ji Enqerê şand hat betalkirin. Divê Tirkiye soz bide ku dê leşkerên xwe ji axa me vekişîne.”

19.03.2023, Paz - 13:25

'Şamê bi rêya Moskowê muxtira da Enqerê'
Nuçe Belav bike

Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê qeyrana Sûriyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye-Sûriyê, ku dê 15-16ê Adarê di asta cîgirên wezîrên derve de bihata kirin, bo demeke ne diyar hat paşxistin.

Elî Odeh El Cadan derbarê paşxistina civînê de ji Rûdawê re axivî. El Cadan got: “Berî civîna di asta wezîrên derve de, divê em wek pêngavên destpêkê li ser çend xalan li hev bikin. Divê hêzên dagirker ên Tirkiyê ji axa rojavayê bakurê Sûriyê bi temamî vekişin û ev ax bo Artêşa Ereb a Sûriyeyî bê radestkirin.”

El Cadan dibêje, ji bo di asta wezîrên derve de civîn bêne kirin divê Tirkiye şertên wan qebûl bike.

El Cadan got: “Me bi rêya Moskowê muxtiraya lihevkirinê ji Enqerê re şand. Eger ev şertên me yên muxtirayê de bêne qebûlkirin dê hevdîtina di asta wezîrên derve de bê kirin.”

Parlamenterê Sûrî bal kişand ser hilbijartinên 14ê Gulanê û got: “Hilbijartin dê çarenûsa Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û AK Partiyê diyar bikin. Tirkiye dixwaze ji bo armancên hilbijartinê dem bidest bixe. AK Partî nikare me bo hilbijartinan bi kar bîne. Em dewleteke xwedî serwerî û axake me ya dagirkirî heye ku pêwîst e li me bê vegerandin. Eger ev xal bêne qebûlkirin, Şam dê di çarçoveya prensîba `di siyasetê de dost û dijminên daîmî nînin” bi kêfxweşî pêşwaziyê li her lihevkirinekê bike.”

El Cadan herwiha dibêje, Şam dixwaze hemû sînorê xwe yê ligel Tirkiyê kontrol bike û Tirkiyê heta niha bersiva muxtiraya wan nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:17:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x