Welîd El Muelîm li Rûsyayê bajarê Soçiyê piştî hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov konferanseke rojnamevaniyê pêk anî.
Muelîm di axavtina xwe de got: “Kurd gelek baş dizanin ku Sûriye bi ti awayî rê nade serweriya wê were binpêkirin.”
Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha diyar kir: “Piştgirî û alîkariya Amerîkayê, Kurd serxoş kirine. Lê divê fêm bikin ku ev piştgirî dê heta hetayê berdewam nebe.”
Beriya şerê navxweyî, ji sedî 25ê dahata welatê Sûriyê, ji petrolê dihat û tê texmîn kirin ku di sala 2010'an virve 2,5 mîlyar varêl rezerva neftê hebûye.
Beşeke giring a qadên petrolê yên Sûriyê li bakurê rojhilatê wî welatî ye.