Suriye, ber bi herêmên ewle ve?

Di civîna dawîn a Astana de, girêdayî “çareseriya krîza Suriye” rêkeftina pêkanîna “herêmên aram-ewle” hate pejirandin. Garantorê rêkeftinê: Iran, Tirkiye û Rusya ne.

05.05.2017, Cum - 14:28

Suriye, ber bi herêmên ewle ve?
Nuçe Belav bike

Rêkeftin ji alî her sê dewletan ve hate imzekirin, lê ne ji alî Opozisyona Suriye, ne jî ji alî nûnerên rejîma Suriye ve hate imzekirin. Gava peymana Tirkiye, Iran û Rusya hate imzekirin, nûnerên Opozisyonê ji salona civînê derketin. Ev yek jî, wekî helwêstek li dijî Îranê, (Opozisyon Îranê wekî aliyek şer ê Suriye dibîne) tê nirxandin. Berdevkê opozisyonê Usame Ebû Zeyd di civîna rojnamagereî de anî ziman: “Em piştgitiya vê rêkeftina di navbeyna her sê welatan de nakin. Em piştgiriyê nadin rêkeftinekê, ku Îran garantorê wê be”.

Li gor rêkeftinê, ji bo demek 6 mehî, dê 4 heremên aram/ewle bên pêkanîn.

1-Devera Idlib (ku berî demekê bû bû armanca êrîşên kimyawî, hin deverên Lazkiye, Helep û Hema jî dê bikevin nav vê herêmê de)

2- Devera bakurê Hûms (rêjîm di dema dawî de êrîşên dijwar dibe ser vê herêmê)

3- Derdora Şamê, rojhilatê Guta (li vir jî di sala 2013an, gaz a sarîn hatibû bikaranîn)

4- Deverên Dera û Kunêtra (deverên ku protestoyên li dijî rejîmê destpêkirî)

Dê rewşa aram li van deveran çawa bê pêkanîn, hîn nehatiye zelalkirin, lê tê gotin ku, tîm ên her 3 dewletan (Rusya, Iran, Tirkiye) dê tevayiya rojê - 24 demjimêran nobedariyê bikin.

Gûmankarên rêkeftinê bawer nakin, di pêvajoyek dirêj de ev lihevhatin dikare serbikeve. Bi taybetî jî, dijberiyên armancên Tehran û Enqere di rewşa Suriye de, wekî babeta lawaz tê nirxandin. Herweha Opozisyon qet bawerî bi Îranê nayêne, Îranê wekî aliyê şer binav dike. Di dema dirêj de, dikarin pirsgîrekên Moskow û Tehranê jî, girêdayî cudahiya armancên wan li Suriye derkevin pêş.

Rusya destnîşankir, ku belafirên Amerika bi xwe dê nikaribin li van deverên ewle bifirin. Ji aliyê xwe ve Amerika bi gûman xwe nêzîkî vê lihevhatinê dike, di destê yekem de jî bi egera ku Iran aliyek garantor ê vê rêkeftinê ye.

Ji aliyê xwe ve Neteweyên Yekgirtî piştgirî da vê rêkeftinê. Lê, tu bijardeyek din a alternative jî li ber Neteweyên Yekgirtî nî ne. Ji her gava ku, aramî û ewleyî dikare bîne re, dibêje – Erê!

K24 / Cemal Batun
Vî nûçeyê tevayî: 2066 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:33:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x