Hikûmeta Sûriyê: Me 8 tax ji YPGê wergirtin

Hikûmeta Sûriyê ragihandiye, di çarçoveya rêkeftina artêşa Sûriyê û YPGê de, YPGê 8 tax û deverên kurdan yên bajarê Helebê radestî wan kirine.

28.02.2018, Çar - 08:13

Hikûmeta Sûriyê: Me 8 tax ji YPGê wergirtin
Nuçe Belav bike

Endamê encumena bajarê Helebê yê Sûriyê, Hemîd Keno ji ajansa Rûsî ya Sputnikê re gotiye, YPGê 8 dever û taxên bajarê Helebê radestî hêzên Sûrî kirine.

Hemîd Keno daye zanîn, di wan cihên ku hatine teslîmkirin de taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî hene ku du taxên mezin yên bajêr û her du jî taxên kurdan in.

Wî endamê encumena Helebê her wiha ragihandiye, di çarçoveya rêkeftinê de YPG dê çend gundên Helebê jî bide rêjîma Sûriyê.

Çend roj berê di navbera YPG û artêşa Sûriyê de rêkeftinek li ser Efîrnê hat kirin. Li gorî wê rêkeftinê, hinek milîsên Sûrî bo alîkariya YPGê derbasî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûn.

Ev 38 roj in herêma Efrînê rastî êrişên artêşa Tirkiyê tê. Heta niha gelek kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1569 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:18:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x