Tirkiye daxwaza radestkirina General Mazlûm Kobanî ji Amerîkayê dike

Serokomarê Tirkiyê aşkere kir ku ew daxwaz ji Amerîkayê dikin Mazlûm Kobanî radestî Tirkiyê bike.

25.10.2019, Cum - 06:25

Tirkiye daxwaza radestkirina General Mazlûm Kobanî ji Amerîkayê dike
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameyeke televîzyoneke tirkî bû û derbarê êrişa wan a li ser Rojava û pêşhatên din ên li herêmê axivî.

Erdogan di axaftina xwe ya di wê bernameyê de derbarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî de got ku ‘bultena sor’ li ser wî heye û got, “Divê Amerîka wî radestî me bike. Derbarê vê mijarê de hevalên me xebatên xwe birêve dibin.”

Serokomarê Tirkiyê herwiha aşkere re jî kir ku Amerîkayê nameya HSD jî li gel nameyên xwe bo Tirkiyê şandiye û got, “Li aliyekê em behsa têkoşîna li dijî terorê dikin li aliyê din hûn nameyên ku wan şandine li gel yên xwe bo me dişînin. Me ev yek ji Trump re jî got. Em niha li hemberî we dilmayî ne.”

Li aliyê din Serokê Amerîkayê Donald Trump duh aşkere kiribû ku bo cara duyem peywendiyeke telefonî li gel Fermandarê Giştî yê HSD General Mazlûm Kobanî encam daye û gotibû, “General Mazlûm mirovekî bêhempa ye” û herwiha aşkere kiribû ku ew dixwaze li gel Mazlûm Kobanî bicive.

Herwiha beşek ji senatorên Komarî û Demokrat ên Amerîkayê, nameyek ji wezareta derve ya wî welatî re nivîsandin û daxwaz kirin ku vîze bo Mazlûm Kobanî bê dayîn.

Senatorên Komarî Lindsey Graham û Marsha Blacburn û senatorên Demokrat Chris Van Hollen, Jeanne Shaheen û Richard Blumenthal, nameyek aresteyî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kirin.

Wan senatoran di wê nameya xwe de daxwaz ji Pompeo kirin ku karûbarên vîzeyê ji bo Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî bên hêsankirin û vîze bo wî bê dayîn.

General Mazlûm Kobanî duh piştî peywendiya telefonî ya li gel Trump, bi rêya vîdeokonferansê civînek li gel Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu û berpirsên din ên pilebilind ên rûsî, pêk anîbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1008 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x