Youtube, malpera YPG'ê rakir...

Hesaba Youtube ya weşana vîdyoyan, hesaba taybet a Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxistin.

24.08.2017, Per - 10:05

Youtube, malpera YPG'ê rakir...
Nuçe Belav bike

YPGê di daxuyaniyekê fermî ragihand ku roja 23ê Tebaxê li ser malpera wê hatiye weşandin, aşkere kir, ku malpera cîhanî ya Youtube hesaba taybet bi wan girtine.

Malpera YPGê ragihandiye, ku wan prensîpên malpera Youtubê binpê nekiriye û daye xuyakirin, ku girêdana hesabên girêdayî wan pêwendî bi weşandina dîmenên rizgarkirina welatiyên sivîl ên li Iraqê ye.

YPGê bi gotina "hêj vîdyoyên hovane ya DAIŞ'ê ji aliyê Youtubê ve rê bi weşana wan tê dayîn", daxistina hesaba xwe ya li ser wê malpera cîhanî weke "biryareke siyasî" bi nav kir.

YPG ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin, hêza sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk tîne.

HSD bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIşê, niha operasyona Reqayê birêve dibe û li dijî DAIŞê şer dike.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1365 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:09:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x