CNK, ji bo hevgirtina civakî peyama spasîyê weşand

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK), piştî girtina berpirsê xwe Jîyan Tîmurtaş ku ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû binçav kirin jibo şêwîrî û hevgirtina civakî peyameke spasiyê weşand.

27.10.2022, Per - 12:11

CNK, ji bo hevgirtina civakî peyama spasîyê weşand
Nuçe Belav bike

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK), di peyama xwe ya ku ji bo rayagiştî weşandîye van gotinan anî ziman:

Bo rayagiştî ya Kurdistanê û kedkarên medyayê

Kurdistaniyên ezîz, CNK ev demeke ji aliyê medyaya Tirkiyê û torên medyaya civakî tê armanckirin û hevreyên me tên desteserkirin û derbarê me de lêpirsîn têne vekirin.

Herî dawî Berdevkê CNKê rêzdar Jiyan Tîmûrtaş roja înê 21.10.2022an li Diyarbekirê hatibû desteserkirin.Piştî desteserkirinê roja 24ê Cotmehê bi şerta kontrola dadî serbest hat berdan.

Di vê heyamê de bi wergirtina parêzertiya me, nûnerên çend partî û rêxistin û nivîskarên kurd bi şandina peyaman û peywendiyên telefonî û bi serdanên rû bi rû piştevaniya xwe bo me derbirîn û em bi tenê nehiştin. Em yek bi yek spasiyê li vê dilsoziya wan dikin.

CNK wê li ser rêbaza rizgariya neteweya me berdewam be û wê karên tirsonekî yê weke desteserkirin dadgehîkirinê ti carî rê li ber kar û negire.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 415 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:20:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x