Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e

Li parêzgehên Erzerom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê ligel ku meha Nîsanê ye barîna berfê berdewam e û çûnûhatina welatiyan zehmet bûye.

08.04.2023, Cts - 13:24

Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e
Nuçe Belav bike

Roja Şemiyê 8ê Nîsana 2023an li navçeya Qamûşanê ser bi parêzgeha Qersê barîna berfê berdewam e ku beriya du rojan destpê kiribû. Herwiha li navçeyê ji ber mij û moranê mesfeya dîtinê daketiye nêzîka 25 metreyan û çûnûhatina otomobîlan jî zehmet bûye.

Li parêzgeha Erzeromê jî şeva borî berfeke zêde bariya û bi rawestîna berfê îro tîmên girêdayî şaredariyê li navenda bajêr dest bi paqijkirina cadeyan kirin. Li gor zanyariyan li parêzgehê ji ber berfa zêde û pûkê rêyên 42 gund û gundikan jî hatine girtin.

Li parêzgeha Erdexanê jî pileya germê daketiye û cihên bilind yên parêzgehê bi berfê xemilî ne. Dem bi dem li çend navçeyan barîna berfê jî berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:10:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x