Îro erdhejekê bi hêza 4 pileyê rîxter parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê hejand.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, erdhej demjimêr 03:27 xûlekên îro 18ê Temûza 2023yan li navçeya Koprukuyê çêbûye ku 58 kîlometreyan ji navenda bajarê Erzeromê dûr e.
Li gor AFADê, hêza erdhejê 4 pileyê rîxter û di kûrahiya 7.02 kîlometre bin erdê de çêbûye.
Piştî erdhejên 6ê Sibata îsal ku navendên wê li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bûn û bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin, erdhejên biçûk li navçeyên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam in.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, heta niha zêdetir ji 10 hezar erdhejên paşekî li navçeyê hatine tomarkirin ku di nav wan de hêza erdheja herî mezin 6.4 pileyê rîxter bû û li parêzgeha Hatayê ya li başûrê Tirkiyê bû.
Di encama erdhejên 6ê Sibatê de zêdeyî 50 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Sûriyê û nêzîkî 6 hezar kes jî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jiyana xwe ji dest dan.