Li Rihayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin

Li gundekî eşîra Bucakan a navçeya Curnê Reş a Riha ya Bakurê Kurdistanê ku navên wan bi bûyerên “kujerên wan nediyar” tên zanîn, cenazeyên 3 zilamên ku tê îdîakirin di sala 1993an de hatine kuştin, hatin dîtin.

23.07.2022, Cts - 08:04

Li Rihayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
Nuçe Belav bike

Li taxa Arabuk a navçeya Curnê Reş di kolandinekê de cenazeyên 3 kesan di kîsên plastîk de hatin dîtin. Hate zanîn cenazeyên ku berî 10-15 rojan di kolandineke ji aliyê welatiyan ve hat kirin de hatin dîtin lê serê wan hatibûn nixumandin, îro ji aliyê cendirmeyan ve hatin derxistin.

Hat diyarkirin tax ya Sedat Bucak ê ku li Susurluk a navçeya Balikesîrê di qezaya trafîkê de birîndar bibû ye ku navên wan di salên 1990an de bi bûyerên “kujerên wan nediyar” tên zanîn lê di salên dawî de tax ji destên wan derketiye.

Parlamenterê DYPê yê Rihayê Sedat Edîp Bucak ê serokê eşîra Bucakan di 3ê Mijdara 1996an de di otomobîla ku Rêveberê Dibistana Polîsan a Kemalettîn Erogeya Stenbolê Huseyîn Kocadag, Abdullah Çatli yê bi nasnameya sexte ya bi navê Mehmet Ozbay û Gonca Us tê de bûn qeza kir.

Hat ragihandin şêniyên taxê îdîa kirin ku 3 cenaze yên "kesên ku di sala 1993an de ji aliyê Bucakan ve hatine înfazkirin" e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:40:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x