li Tirkiyê û Bakur nêzîkî 30 milyon Kurd hene

Li gor amarên fermî yên dawî serjimêra Tirkiyê, li gor sala borî bi qasî 1milyon û 45 hezar û 149 kes zêde bû û gihîştiye 78 milyon û 741 hezar û 53. Di nav vê rêjeyê de her çiqas wek fermî hejmara Kurdan neyê eşkerekirin jî li gor hinek lêkolînan li Tirkiyê û Bakur nêzîkî 30 milyon Kurd hene.

03.02.2017, Cum - 17:49

li Tirkiyê û Bakur nêzîkî 30 milyon Kurd hene
Nuçe Belav bike

Li gor amarên fermî yên dawî serjimêra Tirkiyê, li gor sala borî bi qasî 1milyon û 45 hezar û 149 kes zêde bû û gihîştiye 78 milyon û 741 hezar û 53. Di nav vê rêjeyê de her çiqas wek fermî hejmara Kurdan neyê eşkerekirin jî li gor hinek lêkolînan li Tirkiyê û Bakur nêzîkî 30 milyon Kurd hene.

Hejmara hemwelatiyên ku li Tirkiyê dijîn di sala 2016an de weke 78 milyon û 741 hezar û 53 kes hat diyarkirin. Li gor agahiyên saziya îstatîstîka Tirkiyê, hejmara mêran, 40 milyon û 43 hezar û 650 e, hejmara jinan jî 39 milyon û 771 hezar û 221 e.

Li nav bajaran herî zêde mirov li Stenbolê dijîn. Serjimêra Stenbolê jî weke 14 milyon û 804 hezar û 116 kes hat diyarkirin.

Heta niha di nav serjimêrê de hejmara penaberan nehatiye diyarkirin. Lê belê li gorî amarên fermî nêzîkî 3 milyon penaber li Tirkiyê dijîn.

Li Stenbolê ligel Tirk, Ereb û Kurdan gelek netewên cuda hene. Herî zêde Kurd jî li vî bajarî dijîn. Li gor hinek lêkolînan hejmara Kurdên li Stenbolê di navbera 4 û 5 milyon de diguhere.

Li gor lêkolînên ne fermî, bi giştî hejmara Kurdan li Bakur li Tirkiyê di navbera 25 û 30 milyonan de ye. Serjimêra herî kêm jî ji Bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsim e ku 82 hezar û 193 kes lê dijîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1198 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:58:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x