Şêrwan Duberdanî: Ti xaleke rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nehatiye cîbicîkirin

Parlamenterê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî ragihand, heta niha ti xalek rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye cîbicîkirin, Bexda jî naxwaze pirsgirêkan çareser bike.

29.08.2023, Sal - 13:15

Şêrwan Duberdanî: Ti xaleke rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nehatiye cîbicîkirin
Nuçe Belav bike

Şêrwan Duberdanî ji ajansa K24ê re got: “Ew kesên ku li Kerkûkê li dijî radestkirina baregehên PDK’ê daketine kolanan, endamên hin partiyên siyasî û hêzên ewlekariyê ne, bi cilûbergên sivîl derketine kolanan. Ev jî tê wê wateyê ku hin aliyên siyasî li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê ne.”

Herwiha got: “PDKê her dem li gel xelkê Kerkûkê bûye, hêvîdar im di demek nêzîk de em vegerin Kerkûkê û zêdetir xizmeta xelkê Kerkûkê bikin.”

Derbarê madeya 140 de jî got: “Ji bo cîbicîkirina madeya 140’ê, Komîteya Cibicîkirina Madeyê çendîn civîn kirin û çendîn biryar dan, yek ji wan biryaran jî qerebûkirina welatiyan e, ku ev çend sal in hatiye rawestandin, lê pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê zêdetir bişopînin û çavdêriyê bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:44:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x