Serokê berê yê PYDê Salih Muslim diyar kir ku Amerîkayê ew bi tenê nehiştine û got, piştgiriya Amerîkayê ya ji bo wan berdewam dike. Muslim ji bo êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê jî got, "Dibe ku ev heyfgirtina têkçûna DAIŞê be."
Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim di axaftina xwe ya ji bo Euronewsê de ji bo êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê got, "Dibe ku ev heyfgirtina têkçûna DAIŞê be. Ti cudahiya Tirkiyeyê ji DAIŞê tune ye. Ji ber Tirkiyeyê piştgirî da DAIŞê û ew bi pêş xistin û mirovên wan perwerde kir. Li Efrînê de DAIŞiyên ku ji Reqa û Mûsilê reviyane, bi kar tîne."
Muslim li ser helwesta Amerîkayê ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê jî got, "Piştgiriya Amerîkayê ya ji bom e berdewam dike. Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê hêj li wir e û bi awayekî etîk li cem Amerîkayê cih digire. Her kut irk pêşde biçin, em ê berxwe bidin û em ê li dijî vê dagirkeriyê bisekinin. Amerîka heta vê gavê piştgiriya me kiriye. Divê li dijî Minbicê ti êrîşek pêk neyê."