HDK-Îran a ku li ser hîmê Komeleya Jîyanewey Kurd şax da, piştî çend mehan Komara Mahabadê ava kir û rêveberîya wê kir.
Birêz Kak Mustafa Hicrî
Berpirsê Giştî yê HDK-Îranê(Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê)
Em 75emîn salvegera damezrandina HDK Îranê pîroz dikin
HDK-Îran di 16ê tebaxa 1945ê de li Mehabadê bi serokatîya Pêşewa Qazî Muhammed hat
damezirandin. HDK-Îran(Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê) îro 75emîn salvegera damezrandina
xwe pîroz dike.
HDK-Îran a ku li ser hîmê Komeleya Jîyanewey Kurd şax da, piştî çend mehan Komara Mahabadê
ava kir û rêveberîya wê kir.
HDK-Îran ve 75 sal e hêzeke esasî ye ku têkoşîna miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihandîye
roja îro.
HDK-Îran partîya Pêşewa Qazî Mihemed, , partîya şehîdên nemir Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî ye
û eve 75 sal e bi hişmendî û sîyaseta xwe ya netewî, niştimanî , welatperwerane, wek aktorekî
esasî li Rojhilatê Kurdistanê , doza azadîya Kurdistanê dimeşîne, barêkî bi rûmet hildigire.
HDK- Îran di têkoşîna azadîya Kurdistanê de bi hezaran şehîd û bedel daye.Lê tu carî ala azadî û
têkoşînê li erdê nexistîye.
Wê Alaya Rengîn a Komara Kurdistanê gava li Mehabadê li ba dida, weke bayê azadîyê tesîra
xwe li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî dikir.
Îro jî ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir, bi xebat û
têkoşîna pêşmerge, têkoşer û kedkarên doza azadîya Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê
jî li ba dide.
Me duhî jî îro jî têkoşîna xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê her wek têkoşîna xwe
dîtîye. Di vê têkoşîna pîroz de, em bi her awayî li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê
ne.Û tu şika me jê tuneye ku gelê me li hemû perçeyên Kurdistanê dê azadîya xwe bidest bixe.
Ez di 75emîn salvegera damzrandina HDK-Îranê de rêberê gelê Kurdistanê Peşewa Qazî
Mihemed, şehîdên nemir Dr Qasimlo u Dr Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr
tînim.
Ez bi bawerî û bi hestên xwe yên netewî, niştimanî û birayane, li ser navê xwe û li ser navê
hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê, ji Bakurê Kurdistanê 75emîn salvegera damzrandina
HDK-Îranê pîroz dikim.
Birêz Kak Mustafa Hîcrî, bi minasebeta 75emîn salvegera damezrandina HDK-Îranê, ez
serkeftinê ji cenabê we re, ji hemû pêşmergeyên qehreman re û ji hemû rêvebir û endam û
alîgirên HDK-Îranê re dixwazim.
Li gel rêz û silavên xwe yên birayane
Mustafa Özçelik-Serokê Giştî yê PAKê