Hevjîna Qasimlo, Helen Krulich koça dawî kir

Hevjîna Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo, Helen Krulich koça dawî kir.

11.03.2023, Cts - 07:21

Hevjîna Qasimlo, Helen Krulich koça dawî kir
Nuçe Belav bike

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) koça dawî ya Helen Krulich hevjîna Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo ragihand.

Hevjîna Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo, Helen Krulich roja Înê 10ê Adara 2023an li Parîsê di 89 saliya xwe de koça dawî kir.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ di daxuyaniyekê de ragihand, Helen Krulich ku di nava Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ de bi navê “Xwişka Nesrîn” dihat naskirin, li bajarê Parîs a Fransayê di 89 saliyê de koça dawî kir.

Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo ji sala 1971an heta şehadeta xwe ya 13ê Tîrmeha 1989an li Viyanayê, 18 salan serokatiya partiyê kir.

Ebdurehman Qasimlo li gundekî ser bi Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Urmiye, Tehran, Parîs û Pragê xwendiye û doktoraya xwe di warê aborî de girtiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 417 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:33:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x