Îro Sêşemî 2ê Tîrmeha 2019an li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, Kongreya Navdarên Kurd destpê kir. Bi dehan kesayetiyên navdar ên Kurd ji bo wê kongreyê hatine vexwandin û biryar e di kongreyê de rêz li 30 kesayetên Kurd were girtin û bêne xelatkirin.
Serokê Beşa Kurdî li Zanîngeha Sine û Serpireştê Kongreya Navdarên Kurd, Ednan Berzincî ji Rûdawê re ragihand: Li kêleka birêveçûna kongreyê, sê panelên zanistî yên taybet birêve diçin, ku di derbarê huner, ziman û wêje, dîrok û ayînê de ne.
Ednan Berzincî herwiha dibêje: Hunermend Mezher Xaliqî yek ji wan navdaran e ku bo kongreyê hatiye vexwandin û bi şêweyekê demkî hatiye û dê çend rojan bimîne û piştre dê vegere.
Berzincî diyar kir: Xelk gelek hez dikin ku Mezher Xaliqî bi yekcarî vegere, lê renge wî derfeta wê yekê nebe yan jê re çênebe.
Hunermendê naskirî yê Kurd, Mezher Xaliqî êvara roja derbasbûyî, di rêya deriyê sînorî yê Başmaxê re û piştî 38 salan vegeriya Rojhilatê Kurdistanê.
Parêzgarê Sine Behmen Muradniya derbarê lidarxistina kongreyê de ragihand: Peyama Kurd aştî û yekgirtîbûn e û armanca kongreyê jî bêtir nasandina Kurd e.
Nûnerê Rêberê Îranê li parêzgeha Sineyê, Seyid Mihemed Husênî Şahrûdî jî beşdarî kongreyê bû û di axavtinekê de ragihand: Kurd dostê me ne.
Parêzgarê Sineyê herwiha da xuyakirin, beşeke zêde ji wan kesayetiyên Kurd ên ku ji derveyî Îranê bo kongreyê hatine vexwandin, beşdar nabin. Behmen Muradniya sedema beşdarnebûna wan kesan jî vegerand bow ê yekê ku karên wan ên din hebûne, yan jî temenê wan mezin e, lewma nikarin beşdar bin.
Di debrarê beşdariya berpirsên hikûmeta Îranê de jî Parêzgarê Sine got, tenê Wezîrê Kulturê beşdar dibe. Ew yek di demekê de, Cîgirê Serkomar, Wezîrê Navxwe û Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîjen Zengene ku kurdekî Kiraşanê ye, bo kongreyê hatibûne vexwandin.
Parêzgarê Sineyê tekez kir, hunermend Mezher Xaliqî mêvanê taybet ê Kongreya Navdarên Kurd e.
Kongreya bi navê Kongreya Navdarên Kurd, ji aliyê Parêzgariya Sine, Qayimmeqamiya Sine, Zanîngeha Kurdistanê, Rêveberiya Giştî ya Îtilaatê û Rêveberiya Kultur û Îrşada Sine birêve diçe.