Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û li gor zanyariyên destpêkê di teqînê de 2 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar in.

11.07.2019, Per - 08:51

Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Çavkaniyeke xwecihî li Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, teqîn îro saet 10:30 li navenda bajarê Efrînê çêbûye.

Di encama teqînê de herî kêm 11 kes hatine kuştin ku welatiyên sivîl in, herwiha hejmarek kes jî birîndar bûne.

Li gor heman çavkaniyê, teqîn li nêzîk bazara şênkatî ya Efrînê û li li ser riya Tirindê-Basûtê çêbûye

Birîndarên teqînê bo nexweşxaneya serbazî ya li Efrînê hatine veguhastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1004 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:37:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x