Îsal ji ber şewatan bi hezaran hektar daristan û zevî li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê şewitîn.
Îsal çendîn car e daristanên Rojhelatê Kurdistanê dişewitin. Li gor zanyariyan fermî beşa serekeya ya sedema van agiran jî mirov bixwe ne.
Berpirsên fermî yên Kirmaşanê eşkere dikin ku hin kes ji ber xemsariyê û hin kes jî bi enqest agir bi daristanan dixin û xwezayê ji nav dibin.
Ev dema 3 rojane daristanên herêma Çîkan û Mensûr yên Gêyelanê agir girtine. Xelk û jîngehparêzên Gêyelana Kirmaşanê hewla vemirandina agir didin.
Li aliyê din, qaymeqamî Gêyelanê Elîreza Nezerî jî eşkere dike îsal 250 hektar daristan û 60 hektar zevî li herêmê şewitîne.
Ji ber agir 18 hezar hektar daristanên Zagrosê jî şewitîne.
Şewata herî zêde li herêma Loristan, Îlam, Kirmaşan û Sineyê ne.
Birêveberiya Parastina Jîngehê ya Loristanê eşkere kir ku îsal li herêmê 3 hezar hektar daristan şewitiye.
Li gorî sala borî rêjeya derketina agir li Loristanê ji sedî 255 zêde bûye./Rudaw