Li gorî ragihandinan bajarê Merîwan a Kurdistana Îranê ji bo erdheja li Kirmaşanê kampanyayeke bi navê ‘Çavê welêt li me ye' hat destpêkirin.
Hat ragihandin ku li bajarê Merîwan ê bi ser Kurdistana Îranê ve saziyên sivîl ên Kurdan û rêxistinên Kurd ên li Îranê ji bo alîkariya edheja li Kirmaşanê bi navê ‘Çavê welêt li me ye' kampanyayek dan destpêkirin. Li ser medyaya civakî jî ji bo heman kampanyayê piştgirî hat dayîn. Herwisa li bajarên Kurd ên wekî Ûrmiye, Pîranşar, Sine, Senedec û Bokanê jî kampanyaya alîkariyê berdewam dike.
Ji bo kampanyayê gelek kes bi dildarî dixebitin û alîkariyên kom dikin li mexdûrên erdhejê parve dikin.