Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê di demjimêra 06:16 xulekan de erdhejekê bi pileya 5,6 rûda.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li bajarê Xoyê bi hêza 5,6 pile erdhej qewimî.
AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 06:16 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye û li bajarên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.
Hat diyarkirin ku navenda erdhejê, 29 kîlometre dûrî navçeya Elbak a ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye.