Parlamenterê Mahabadê rexneyên tund li Serokomarê Îranê digre

Celal Mehmûdzade diyar kir, nêzîkî jı sedî 70ê dirûşm û sozên Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî nehatine cîbicîkirin.

15.08.2022, Pts - 14:14

Parlamenterê Mahabadê rexneyên tund li Serokomarê Îranê digre
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Mehabadê yê li Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranê Celal Mehmûdzade diyar kir, nêzîkî jı sedî 70ê dirûşm û sozên Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî nehatine cîbicîkirin û heta berevajî wan bûye.

Celal Mehmûdzade ji ajansa Îlna ya Îranê ragihandiye, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di dema bangeşeya hilbijartinan û nasandina kabîneya xwe de çendîn dirûşm û soz dan, lê belê jı sedî 70ê wan nehatiye cîbicîkirin û berevajî wan bûye.

Mehmûdzade li ser aboriya Îranê û enflasyona li welat diyar kiriye: “Biryar bû biha ji bihayên sala borî bilindtir nebe, biryar bû bihayê derman zêdetir nebe, rêjeya enflasyonê kêm bibe û her sal derfetên kar werin ragihandin û milyonek xanî werin çêkirin, lê belê ji van ti yek nehatin cîbicîkirin.”

Herwiha li ser pêwendiyên navbera Meclisa Şûraya Îslamî û hikûmetê diyar kir, peyamek li paş wan kartên zer ên ji hikûmetê re hatine dayîn heye û gotiye “peyam wê ew e ku hikûmet bernameyên Meclisê cîbicî nekiriye û pêwendiya navbera van herdu saziyan roj bi roj lawaztir dibe”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:23:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x