PJAK: Li Kurdistanê em amadene hemahengiyê li gel hukumeta Îranê bikin!

Serokê PJAKê Siyamend Moeyînî ji medyayên ser bi PKKê re daxûyakirin ku,eger rewşa Îranê xirab bibe ew amadene li gel rejima Îranê hevkariyê bikin

03.10.2022, Pts - 10:21

PJAK: Li Kurdistanê em amadene hemahengiyê li gel hukumeta Îranê bikin!
Nuçe Belav bike

Serokê PJAKê Siyamend Moeyînî ji medyayên ser bi PKKê re daxûyakirin ku,eger rewşa Îranê xirab bibe ew amadene li gel rejima Îranê hevkariyê bikin. Moeyînî got: “Eger rewşa Îranê xirab bibe, PKK amade ye bi hemahengî ligel hikûmeta Îranê bajarên Kurdistanê biparêze û rê nede hêzên têkder bixin bin kontrola xwe.”

Bê guman li ser vê daxûyaniya serokê PJAKê gelek nirxandinên cuda têne kirin. Moeyinî rastiya siyaseta PKKê gotiye û eve çendê salana li rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina rejima Îranê li dijê tevgera Kurd tevdigerin. Lê mixabin kesek û taybetî partiyên rojhilaê Kurdistanê gelekî vê pirsgirêkê ji bo ”kûrnebûna” alozi û nakokiyan naynin rojeve.

Duh û îro PKK li rojavayê Kurdistanê çi kiribin dê heman tiştê li rojhilatê Kurdistanê jî bikin.Çewe wan rejima esad parast dê bi heman siyasetê rejima melayên Îranê jî biparêzin. Yanî rewşa ENKSê li rojavayê Kurdistanê çibe ,dê rewşa tevgera Kurdî li rojhilat bibe heman tişt.

Li başûrê Kurdistanê mil didin milê Heşda şeibî li deverên wek Şingalê li dijê PDKê û tevgera netewî tevdigerin.Berjewendiyên hukumeta Bexdayê diparêzin û rêdigrin ku Şingal tevlî herêma Kurdistanê bibe.

Ji bo vê yekê li rojhilatê Kurdistanê heman tiştê dê bike û dike jî.

Niha di hinek deveran de welê didin xûyakirin ku, bi xwepêşandana kuştina Jina Eminî şermezar dikin, lê gelek bi hesasî dema vê yekê jî dikin ,di bin de rejimê diparêzin.

PKK û berpirsên PKKê armanca siyaseta PKKê vekirî didin kifşkirin, lê mixabin ji bo nakokiyên di nava hêzên siyasî de xelkek naxwaze vê yekê bibîne. Her aliyek hewldide li dijê aliyek din PKKê wek qertekî bi karbîne. Lê ew aliyên vê yekê dikin xwe dixapînin û dikevin kemîna siyaseta PKKê ya di xizmeta dijmin de.

Eger ji îro ve partî û aliyên siyasî li rojhilatê Kurdistanê vê yekê nebînin û li gora vê jî hinek tedbîran nestînin û nebin xwedî helwestek zelal,dê pêşerojê de êşa vê yekê bikşînin.

PKK li dijê hemû cureyên destkevtiyên netewî tevdigere,lê mixabin vê yekê bi navê netewetiyê,bi navê Kurdeyatiyê dike. Bi vê yekê li hemî deverekî dibe tehdita herî mezin li ser destxistina mafên netewî yê Kurda.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 732 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x