Qasimlo Nemîr e

Li ser şehîd kirina Dr. Qasimlo, Abdullah Qadirî Azer û Fazil Resul ji aliyê terorîstên bi nav dîplomat a rejîma Komara Îslamiya Îranê 32 sal derbas bûn.

13.07.2021, Sal - 13:04

Qasimlo Nemîr e
Nuçe Belav bike

Rejîma Komara Îslamiya Îranê xeyal dikir ku bi şehîd kirina Qasimloyê tekoşer, mamostayê demokrasî û dîplomasî û diyalogê, dikare pêşiya xebata azadiya gelê me li Kurdistana Rojhilatê bigre.

Lê belê, kar û xebata Hizba Demokrata Kurdistana Îranê nehişt rejîma Îslamî bigije armanca xwe. Rêvîngên rêbaza Pêşava bi xebat û cangoriya xwe va xeyala rejîma Îranê puç kirin, nehiştin alaya xebata Qasimlo bikeve û nişan dan, ku dagîrker nikarin bi kuştina serok û rêberên Kurd pêşiya xebata azadiya Kurdistan bigrin.

Bi şehîd kirina Qasimlo gelê Kurd li seranserê Kurdistanê rêberê xwe a zana û gernas winda kir. Lê em piştrast in, ku hevsengerên Qasimlo alayê xebat a rêberê xwe hertim bilind radigrin û nahelin sengerê Şehîd Qasimlo vala be.

Em carekî şehid kirina Qasimlo û hevalên wî bi destê terorîstên Cumhuriyeta Îslamiya Îranê mehkum dikin, daxwaz dikin ku hikumeta Avusturya ji xetayê xwe serrast bike û kujerên Qasimlo û hevalên wî eşkere bike û bona bîrûrayê giştî binasine.

Em li ber hizura Qasimlo û hemu şehidên Kurdistanê qirnoş dibin û peyman nu dikin ku rêbazê wan wê berdewam be.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

12.07.2021

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 610 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:22:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x