Serokê Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê: 650 Xwendekarên biyanî li zanîngeha me dixwînin

Serokê Zanîngeha Kurdistanê ya li Sineya Rojhilatê Kurdistanê Hamid Qadirzade ragihand ku 650 xendekarên biyanî li wê zanîngehê dixwînin.

25.02.2024, Paz - 16:38

Serokê Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê: 650 Xwendekarên biyanî li zanîngeha me dixwînin
Nuçe Belav bike

Hamid Qadirzade hewiha got ku piraniya wan xwendekarên ji Herêma Kurdistanê ne û plana wan heye xwendekarên zêdetir ji welatên din jî wergrin.

Serokê Zanîngeha Kurdistanê Hamid Qadirzade derbarê astengiyên li pêşiya wergirtina xwendekaran got, hinek pirsgirêk û sînor hene lê pêwîst e pilaneke stratijîk a zanîngehê hebe û planeke nû jî amade bike.

Berî niha hejmara wan xwendekarên ku li Zanîngeha Kurdistanê ya li Sineyê dixwendin zêdetir bû.

Serokê berê yê zanîngehê Rehmet Sadiqî sala 2022an gotibû ku 800 xwendekarên biyanî li wê zanîngehê dixwînin û ji welatên wekî Îraq, Sûriye, Efxanistan, Endenozya, Nijerya û çen welatên din

Zanîngeha Kurdistanê ya li Sineyê, sala 1974an hatiye damezirandin, destpêkê girêdayî Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê bû.

Lê sala 1991an wek zanîngeha serbixwe bi fermî hat nasandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x