Shakira: Dilê min bi malbata Jîna Emînî re ye

Stranbêja navdar a cîhanî ya ji Kolombyayê, Shakira wêneyeke keça Kurd Jîna (Mehsa) Emînî belav kir û di peyamekê de piştgiriya xwe bo xwepêşandanên keçan û jinan li Îranê nîşan da.

11.10.2022, Sal - 09:37

Shakira: Dilê min bi malbata Jîna Emînî re ye
Nuçe Belav bike

Stêrka navdar a cîhanê û xwediya 16 xelatên Grammy Shakira, derbarê bûyera canjidestdana Jîna (Mehsa) Emînî û xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî mirina wê de peyamek belav kir.

Shakira li ser hesaba xwe ya Twitterê wêneyeke Jîna Emînî belav kir û ragihand: “Dilê min bi malbata Mehsa (Jîna) Emînî û jin û keçên xwendekar ên Îranê û tevahiya wan kesan re ye ku ji bo azadiya derbirînê têkoşînê dikin.”

Pêştir stêrkên cîhanî yên wek Angelina Jolie, Jessica Chastain, Bella Hadid û Justin Bieber derbarê bûyera mirina Jîna (Mehsa) Emînî de peyamên hevxemiyê dabûn û herwiha piştgiriya xwe bo xwepêşandanên keçan û jinan li Îranê nîşan dabûn.

Ew bû çar heftî ku xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber bûyera canjidestdana keça Kurd a 22 salî Jîna (Mehsa) Emînî dest pê kirine, berdewam in û hêzên emnî yên Îranê hewl didin bi bikaranîna tundiyeke zêde dawî li wan xwepêşandanan bînin.

Xwepêşandanan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û bi awayekî bilez li seranserê Îranê belav bû.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 185 xwepêşander hatine kuştin ku 19 ji wan zarok bûne.

Ji ber tundiya hêzên emnî yên Îranê ji bo tepeserkirina xelkên nerazî û xwepêşanderan, heta niha Amerîka, Kanada, Brîtanya û Almanyayê hin ceza li ser saziyên leşkerî û emnî yên Îranê sepandine.

Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê jî heftiya bihorî daxwaz ji welatên endam kir ku li beramber tundiya hêzên emnî yên Îranê helwesta xwe diyar bikin û sizayan li ser Îranê bisepînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:26:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x