Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bi fîlma Husên Hesen dest pê dike

9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê sibe Pêncşemê dest pê dike û dê heta 08ê Berfanbara 2022an berdewam bike. Fîlma lîstikvan û derhênerê Kurd Husên Hesen weke fîlma destpêkê ya festîvalê dê were nîşandan.

01.12.2022, Per - 08:32

Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bi fîlma Husên Hesen dest pê dike
Nuçe Belav bike

Berpirsê Ragihandinê ya 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Hesen Arif ragihand, ji bo festîvala îsal 570 fîlm hatibûne şandin lê tenê 98 fîlm hatin hilbijartin, ji wan 51 biyanî û 47 jî fîlmên Kurdî.

Hesen Arif her wiha anî ziman, pêşbirka festîvalê dê di navbera 55 fîlman de 27 fîlmên Kurdî û 28 jî fîlmên biyanî di beşên Fîlma Bilind, Belgefîlma Dirêj, Kurte-Fîlm û çend beşên din hevrikiyê bikin.

Mijara sereke ya festîvala îsal ‘Koçberî’ ye û ji bilî nîşandana fîlman li sînemayan, dê li Kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê jî bên nîşandan.

Di festîvala îsal de hejmareke berçav a sînemakarên Kurd û biyanî dê amade bin, ji bilî çend mêvanên din ên wek Repbêjê ji Rojhilatê Kurdistanê yê ku li Almanyayê dijî Xeter û gelekî navdar e û beşdarî fîlmekê bûye ku dê di festîvalê de were nîşandan.

Hesen Arif da zanîn ku fîlma 'Bûka Barane' ya herî dawî ya derhênerê Kurd Husên Hesen dê di destpêka festîvalê de were nîşandan.

Hesen Arif balkişandina Festîvala Fîlman a Duhokê ji bo sînemagerên ciwan, ew bi projeya “Nûhat” ku ji aliyê Enstîtuya Goethe ya Almanyayê li Iraqê girîngiyê didine sînemagerên ciwan û berhemêm du beşdaran yek ji wan “Rêgekan” bi derhêneriya Ejîn Kawe ve hatiye amadekirin girîngiyê didin sînemagerên ciwan.

Serokê Komîsyona Dadwerî ya Fîlmên Kurdî

Berhemhênerê Brezîlî Marco Telechia dê bibe serokê Komîsyona Dadwerî ya Fîlmên Kurdî di 9. Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de. Di nav fîlmên ku ew wek çêker tê de xebitiye 'Sunlight Jr.' di sala 2013an de bi lîstikvaniya Matt Dillon û Naomi Watts hate weşandin, her wiha fîlma "American Made" bi lîstikvaniya Tom Cruise.

Serokê Komîsyona Dadwerî ya Fîlmên Biyanî

Derhênera ji Başûrê Kurdistanê Solîn Yûsif wek Seroka Jûra Fîlmên Navdewletî hat destnîşankirin ku li Duhokê ji dayik bûye û di zarokatiya xwe de bi malbata xwe re koçî Almanyayê kiriye. Di sala 2008an de li Baden-Wurttemberg dest bi xwendina Derhêneriya Fîlman kiriye. Dema ku dixwend, di sala 2012an de fîlmeke wê ya bi navê 'Trattoria' li seranserê Berlîn û Almanyayê hat nîşandan. Wê di sala 2015an de bi fîlma 'House Without Roof' bi nav û deng bû. Niha ji bo platformên Netflix, Amazon Prime û Disney Plus dixebite.

Serokê Komîsyona Dadwerî ya Kurtefîlman

Senarîst û derhênerê Swêdî Jennifer Malmquist wek Serokê Komîsyona Dadwerî ya Kurtefîlman hatiye diyarkirin ku derçûyê Dibistana Neteweyî ya Fîlman a Polonyayê ya li Lodê ye.

Beşa Pêşbirka Fîlmên Kurdî

Beşa herî girîng a festîvalê, beşa pêşbirka fîlmên Kurdî ye ku di vê beşê de 6 fîlm dê bikevin pêşbirkê: fîlma 'Cîran' a ku ji aliyê derhênerê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl ve hatiye amadekirin û gelek xelatên navneteweyî wergirtiye; fîlma 'Beriya Şevê' ya derhêner Alî Kemal Çinar ê ji Bakurê Kurdistanê; fîlma 'Bûka Baranê' ya derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Husên Hesen; fîlma 'Pîrebok' a derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Lutfî Erdem; fîlma 'Bîraxane' ya derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Bîlal Korkut; fîlma 'The Life of a Sbowflake' a derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Kazim Oz.

Beşa Pêşbirka Belgefîlmên Kurdî

Di pêşbirka belgefîlmên Kurdî de 6 fîlmên derhênerên Kurd ên ji 4 parçeyên cuda yên Kurdistanê û derveyî welat hatine çêkirin dê bên hilbijartin. 'Goristanî Zîndûwan' bi derhêneriya Firya Yûnisî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, 'Zimanî Daykî' bi derhêneriya Serkêw Misgerî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, 'Rojek' bi derhêneriya Zeynê Akyo ya ji Bakurê Kurdistanê, 'Şeva Reş' bi derhêneriya Kerem Tekoglu yê Bakurê Kurdistanê, 'For Justice' bi derhêneriya Elîf Yigit a ji Bakurê Kurdistanê, 'The Pasha, My Mother and I' bi derhêneriya Nevine Gerits.

Fatih Akin

Derhênerê Tirk Fatih Akin jî yek ji beşdarên festîvalê ye û fîlma wî yê 2022an 'Rheingold' dê di beşa nîşandana taybet de were nîşandan. Akin di sala 1973an de li Hamburg a Almanya ji dayik bûye, derhêner, lîstikvan, senarîst û edîtorê fîlman e.

Xeter

Yek ji mêvanên festîvalê Repbêjê ji Rojhilatê Kurdistanê Xeter e ku beşdarî fîlma 'Rheingold' a derhêner Fatih Akin bûye. Xeter ê ku navê wî yê temam Jîwar Hacibî ye, di sala 1981an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û li Almanyayê dijî, di sala 2008an de yekem albûma xwe derxist, di çend fîlman de cih girt û xelat wergirtin.

Kardo Rezazî

Lîstikvanê Kurd Kardo Rezazî yê ku li kampeke penaberan li Uppsala ya Swêdê ji dayik bûye û li Stockholm û Malmoyê şano xwendiye û di zêdetirî 20 berheman de cih girtiye, di nav wan de rêzefîlma televizyonê 'Alex' ku di sala 2018 de derketiye jî beşdarî festîvalê dibe, wî jî di 'Rheingold' de lîstiye.

Posterê Festîvalê

Posterê 9. Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê ku ji aliyê grafîker û wênesaz Ukrayna-Almanî Yana Vakshina ve hatiye çêkirin ku mijara îsal “Koçberî” nîşan dide. Rûyê kesekî ku du zarok di destên wî de ne û têl li ber wan e ku bûye asteng ji bo kesên ku bi zorê ji malên xwe hatine derxistin û niha li cihekî digerin ku jê re bibêjin mal.

Jêrnivîsa Kurdî ya Fîlmên Biyanî

Festîvala Fîlman a Duhokê îsal yekem car bi jêrnivîsa Kurdî fîlmên biyanî tê pêşkêşkirin û ji 52 fîlman 30 fîlm hatine jêrnivîskirin.

Serokê Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Emîr Elî ye û Şewket Emîn jî rêveberê hunerî ye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:00:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x