Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1947an de li gundê Xecûkê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê û di 9ê adara 1989an koça dawî kir.
Navê Mihemed Şêxo yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Şêxo mezinê 11 bira ye. Di sala 1959an de dest bi xwendinê dike, lê 3 sal şûnda dest ji mektebê ber dide.
Di salên xwe yê dibistan, de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dike. Ji bandora wan nêzîkî muzîkê dibe û di sala 1969an de dest bi dengbêjiyê dike.
Mihemed Şêxo ku bi Bavê Felek tê naskirin, salên xwe yên di navbera 1969 û 1972yan li Libnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Beyrûtê 2 salan dersên muzîkê distîne.
Di sala 1972yan de bi hinek hevalên xwe re komek mûzîkê bi navê “Koma Serkeftin” ava dike.
Mihemed Şêxo sala 1973yan derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê Kurd ên din re saz dike.
Ew paşê vedigere Sûriyê û li Şamê bi cih dibe. Li wir albuma xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe, lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihet nehişt û gelek caran tê desteserkirin.
Ew ji ber wê yekê carek din berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û di nav refên pêşmergeyan de cihê xwe digire. Bi têkçûna şoreşa Îlonê li Başûrê Kurdistanê re ew derbasî Rojhilatê Kudistanê dibe û li wir albumekê tomar dike.
Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xwe yê muzîkê çend salan mamostatiyê jî dike. Demek şûnda rejîma Îranê jî Şêxo wek dijberê rejîmê dihesibîne û derheqê wî de biryara desteserkirinê dide. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe dide Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin.
Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê Kurd aciz dibe û wî digire, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn.
Ew stranên xwe yê herî baş li heps û zindanan dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendiyek bilind tîne ziman.
Hunermendê mezin Mihemed Şêxo di sala 1983yan de vedigere Qamişlo û heta sala 1988an de gelek berheman diafirîne.
Mihemed Şêxo di 9ê adara 1989an de çû ser dilovaniya xwe.
Cenazeyê wî li bajar Qamişlo ji aliyê bi deh hezaran kes ve ber bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.
Ev çend berhemên wî ne: Bavê Felek, Ay Gewrê, Cana min/Sînem, Koçê Me Barkir, Gulîzar, Ey Felek/Kewê, Êmê, Dil Perîşanim, Nesrîn, Ay Lê Gulê, Nalînêk û Gava Ez Mirim.