Li Qamişlo Festîvala Helbesta Kurdî dest pê kir

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê îro Înê Festîvala Helbesta Kurdî dest pê kir.

29.10.2022, Cts - 08:34

Li Qamişlo Festîvala Helbesta Kurdî dest pê kir
Nuçe Belav bike

Festîvala Helbesta Kurdî ya li Qamişloyê roja Înê 28ê Cotmeha 2022an di demjimêr 10:00an de li Hola Zana dest pê kir.

Endamê Komîteya Amadekar Şerîf Birhik ji Rûdawê re got 40 helbest gihîştine ber destê Komîteya Amadekar ji bo ku di festîvalê de bêne pêşkêşkirin.

Endamê Komîteya Amadekar Şerîf Birhik dibêje ev 3 meh in ew ji bo Festîvala Helbesta Kurdî kar dikin.

Her wiha hejmarek dengbêj û hunermend jî di Festîvala Helbesta Kurdî de beşdar in.

Di Festîvala Helbesta Kurdî de, wê pirtûka berhemên gera derbasbûyî bê belavkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:10:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x