Platforma Ciwanên Kurd: 'Bila Malbatên Kurd dersa Kurdî Hilbijêrin'

Platforma Ciwanên Kurd, bajarên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistan'ê ji bo bijartina dersa Kurdî bangewazî malbatên zarokan kir.

20.01.2023, Cum - 06:42

Platforma Ciwanên Kurd: 'Bila Malbatên Kurd dersa Kurdî Hilbijêrin'
Nuçe Belav bike

Di bangewaziya Platforma Ciwanên Kurd'de ev gotin hatin daxûyandin:

Wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye. Pêwiste malbatên serî li saziyên pêwendidar bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.

Em dizanin ku zext û asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bi serîlêdana bi dersa bijarte bi dawî nabe. Ya rast ew e ku zarokên Kurd li dibistanan bi zimanê xwe yî zikmakî perwerde bibînin. Lêbelê, di statûko da şikestinek herî biçûk jî divê em girîng bibînin. Ev pêngava biçûk bi tekoşînek netewî dikare bibe deskeftinek mezintir.

Heta ku me ji dewleta Tirk mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê zikmakî û zimanê Kurdî bi fermî bidin qebul kirinê divê em serî li dersa bijarte ya Kurdî bidin. Bi vê awayî him zarokên Kurd ji zimanê xwe dûr nakevin him jî mamosteyên ku dersên Kurdî didin di tayînkirina wan de em dibin alîkar.

Weke Platforma Ciwanên Kurd banga me li malbatên Kurd ev e; bo zarokên xwe daxwazîya dersa bijarte ya Kurdî bikin. Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê da hestiyartir bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:48:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x