ji bo Zanatirînê Kurdên Qafqasyayê Prof. Dr. Knyaz Îbrahîm MÎRZOYEV

Em dubare dikin. Zanatirînê Kurdên Qafqasyayê Îbrahîm Knyaz MÎRZOYEV, roja yekşema meha tebaxê ya sala 2021ê xatir ji me xwest û çû ser dilovanê xwe.

10.08.2021, Sal - 18:58

ji bo Zanatirînê Kurdên Qafqasyayê Prof. Dr. Knyaz Îbrahîm MÎRZOYEV
Nuçe Belav bike

Zanatirînê Kurdên Qafqasyayê serokê Federasyona Navneteweyî ya Diasporayên Kurdan, Prof. Dr, akademîk, kurdolog, rojhilatzan, zanistê dema me, Knyaz Îbrahîm MÎRZOYEV xatir ji me xwest û çû ser dilovaniya xwe. AKADEMÎYA KURDÎ sersaxî dide malbata wî û tevahîya gelê kurd û xwe hevpara xemên wan dibîne.

Prof. Dr. Îbrahîm Knyaz MÎRZOYEV valahîyeke mezin li pey xwe hişt û em bi koça dawîn xemgîn in. Ew akademîkar, rojhilatzan, kurdolog, wêjezan, rexnegirê wêjeyî û doktorê zanistîyên fîlolojîyê ye.

Em dubare dikin. Zanatirînê Kurdên Qafqasyayê Îbrahîm Knyaz MÎRZOYEV, roja yekşema meha tebaxê ya sala 2021ê xatir ji me xwest û çû ser dilovanê xwe.

Îbrahîm Knyaz MÎRZOYEV li Yêrevana Ermenistanê ji dayîka xwe dibe û dûvre li zanîngehên Kazakistan û Azerbaycanê jî dixebite û dibe xwedî zanyarên berfireh û giştî.

Ew ji bo kurdan bûye ronî û herwisan hizra zanîna wêjeya kurdî ya hemû beşên Kurdistanê ye. Ew hezkirê Kurdistana Federal û di dilê wî de Kurdistanekê hebû. Îbrahîm Knyaz MÎRZOYEV bi çavekî rexnegirî û gotûbêjî li mîjaran dinêrî û ji rexneyan hez dikir. Neh zarokên wî hene, heft law û du keç. Îbrahîm Knyaz MÎRZOYEV xwedîyê xelatên cûda ye:

01.05.1947 - 08-08.2021

Hin ji xelat û madalyayên wî ev in:

1. Xelata hurmetê ji Moskovayê (Sevyeta berê, Rûsya)

2. Madalyaya Zêrîn a Asambleya ji Kazakistanê

3. Xelata Xebatkarê navdar ji Kazakistanê

4. Xelatên mayîn...

5. Li zanîngeha Abaya Alma Atayê, beşa navenda zimanê dûnyayê (Kazakistan)

6. Zanîngeha Xaçatur ya Yêrêvana Ermenistan.

Akademîya Kurdî xwe hevpara xemên wan dibînin. Em xemgîn in.

Cihê wî bihuşt be û dê tim dilê me de bijî heta bi heta.

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

Serokê Akademîya Kurdî: Maruf YILMAZ

Sekreterê akademîya Kurdî: Najmaddin KARIM

www.akademiyakurdi.se

www.akademiyakurdî.com

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1104 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:53:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x