Zana Farqînî: Ji bo xebatên ziman xweşbîn im

Zimanzan û nivîskar Zana Farqînî derbarê xebatên bo zimanê Kurdî de têne kirin de ragihand ku ew xweşbîn e û got: “Em niha dibînin ku dûvajoyên me hene û dikarin karên akademîk ên hêj baştir bikin.”

11.01.2023, Çar - 14:57

Zana Farqînî: Ji bo xebatên ziman xweşbîn im
Nuçe Belav bike

Zimanzan û nivîskar Zana Farqînî jı Rûdawê ra rewşa zimanê Kurdî nirxand.

Zana Farqînî diyar kir ku li gor salên berê, di warê ziman de her çend ne di asta tê xwestin de nebe jî niha hişmendiyeke baştir di nav Kurdan de çêbûye û got: “Bi taybet di nav Kurdên xwendevan, rewşenbîr û siyasetmedaran de bêguman li gor salên berê pêşketinek çêbûye. Lê tu bibêjî giheştiye ew radeya dil dixwaze na.”

Derbarê xebatên bo zimanê Kurdî de hatine û têne kirin de Farqînî da zanîn ku ew xweşbîn e û got: “Ez dixwazim destpêkê kesên weke Musa Anter, Feqî Hûseyîn Sagniç û Apê Torî jî di wî warî de xebatên wan hebûne bi bîr bînim. Ew keseyatên bi hejmar bûn. Heta rojekê Feqî Hûseyîn Sagniç ji min got ku ‘eger ez niha bimirim jî xemê naxwazim ji ber ku dûvajoyên me hene’. Em jî niha dibînin ku dûvajoyên me hene û dikarin karên akademîk yên hêj baştir bikin. Ev yek jî cihê dilxweşiyê ye, lê ya girîng ne ew e ku hejmara kesên di van waran de dixebitin zêde dibe yan nabe. Tişta ku min xemgîn dike rewşa ciwan û zarokên me ne, ji ber ku ew dahatûya vî zimanî ne. Eger dayîk û bav, ev zimanê ji bav û kalên xwe wergirtine veneguhezin bo zarokên xwe, wê demê dahatûya ziman jî dikeve di nav tengasiyê de.”

Tekîldarî rewşa zimanê Kurdî ya bi demê re jî Farqînî got: “Min di sala 1991an de gav avêt di nav goranpana çapemeniya Kurdî de û min karê rojnamegeriyê jî kir. Di wan deman de tengasiyên me gelek bûn û kêmasiyên me gelek hebûn. Me wê demê nedikarî bi başî zimanê xwe karê rojnamevaniyê bikin, lê niha hejmara televîzyon, rojanema û medyaya dijîtal ên Kurdî gelek zêde bûne û di vî warî de pêşketin çêbûne û ziman jî ligel vê yekê pêş dikeve. Ziman tu di kîjan warî de pê re mijûl bibî termolojiya wê jî di wî warî de pêş dikeve. Eger tu perê mijûl nebî ti pêşketinek jî çênabe.”

Zimanzan Farqînî bal kişand li ser nestandartbûna zimanê Kurdî û got: “Ez niha weke Kurdekî dibînim ku ji bilî rewşa me ya diyalektan a zerevayan, her zaravayek di nav xwe de ne standart e. Niha zêdetir bala min li ser vê yekê ye. Mînak em niha em dê bibêjin ‘dersên hilbijarî’, yan ‘dersên hilbartî’ yan jî em dê bibêjin ‘dersên bijarte’. Herwiha hinek heval jî hene dibêjin em bibêjin vebijêrkî, alternatîv tişteke din e, divê em li ser vê termolojiyê jî bisekînin. Bi min ji bo vê ‘dersa hilbijarî’ were bikaranîn rast e. Wate hinek tengasiyên me di warê termolojiyê de hene. Di vî warî de divê hemû Kurd zimaneke standart bikar bînin û divê her grûpeke medyaya Kurd haya wan ji hev hebe. Nabe her perçeyeke Kurdan termolojiyên ji hev cuda bikar bînin.”

Farqînî derbarê girîngiya dersa Kurdî de jî wiha axivî: “Li Amerîka û li welatên Ewropayê jî di warî pedegojîk de gelek xebatên zanistî hatine kirin û li gor encamên wan xebatan mirovên pir ziman ji mirovên yek ziman jîrtir û zanatir in û pêşiya wan baştir vekiriye û qet nebe di warê perwerdeyê de jî serkeftî ne. Herwiha di jiyana xwe ya soyal de jî çêtir bervekirî ne. Lewma bila dayîk û bavên Kurd li vî çavî li zarokên xwe binêrin û bila nebêjin jixwe Tirkî pere dike û ew besî wan e. Gava ku zarokên wan bi Kurdî mezin bûn dê paşê Tirkî jî fêr bibin û bibin duzimanî, herwiha paşê dikarin fêrî çend zimanên din jî bibin.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:49:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x