120 ton petateyên Herêma Kurdistanê bo Îmaratê hatiye hinardekirin

Di çarçoveya girêbesta di navbera du kampanyayên bazirganiyên yên Herêma Kurdistanê û Îmaratê de, îro 120 ton petata ji Herêma Kurdistanê bo Îmaratê hat şandin. Berdevkê Wezareta Çandiniyê jî dibêje, heftane 500 ton petata dê ji bo wî welatî û welatên din ên Kendavê bên hinardekirin.

07.08.2023, Pts - 10:37

120 ton petateyên Herêma Kurdistanê bo Îmaratê hatiye hinardekirin
Nuçe Belav bike

Îro li Hewlêrê merasîma îmzekirina girêbesta hinartina 5 hezar ton petateyan di navbera sermayedar û bazirganên Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hat îmzekirin. Di vê çarçoveyê de jî, 120 ton petateyên Herêma Kurdistanê bo Îmaratê hat şandin.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Elî ji ajansa K24ê re ragihand, heftane 500 ton kartol ji Îmaratê re tê şandin, ev prose heta digihe 5 hezar ton dê berdewam be.

Hîwa Elî da zanîn jî, roja 31ê Tîrmeha 2023an jî 300 ton petate bi 8 konteyniran bo welatên kendavê hat hinardekirin.

Di çarçoveya planên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê û giringîdana bi sektora çandiniyê û bazarkirina berhemên cotkaran, di çar salên borî de berhemanîna petateyan 200 hezar ton zêde bûye û îsal giheştiye nêzîkî 600 hezar ton û bi texmînî 500 milyon dolar qezenc kiriye.

Bi piştevaniya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çendîn berhemên çandiniyê yên cotkarên Herêma Kurdistanê gihîştine asta têra Herêma Kurdistanê bike, ji wan jî petate, ceh, xiyar û gelek berhemên din ên meywe û sebzeyan.

Ji bilî vê yekê jî, di mezintirîn pêngavên Kabîneya Nehem a piştevanîkirina berhemên cotkaran li bazarên cîhanê, sala borî 2 hezar ton hinar bo Îmarat û welatên din ên Kendavê hatibû hinardekirin û ji bo îsal û salên pêş jî ji bilî hinaran, hingiv û sêv bo welatên Îmarat, Erebistana Siûdî, Behreyn, Brîtanya û Ewropayê dê bên hinardekirin.

Ligel wê jî, birincê Kurdî û tehîna kuncî ya Kurdistanê li bazarên derve, bi taybetî li welatên ku kurdên diyasporayê lê dijîn, tên xwestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:39:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x