Herêma Kurdistanê hêkan hinardeyî Iraqê dike

Piştî qedexekirinê, Wezîrê Çandinî yê Iraqê ji bo hinardekirina hêkan ji Herêma Kurdistanê bo parêzgehên naverast û başûrê Iraqê, rizamendî nîşan da.

12.01.2023, Per - 07:19

Herêma Kurdistanê hêkan hinardeyî Iraqê dike
Nuçe Belav bike

Wezîrê Çandinî yê Iraqê Ebas Cebir El Elyawî îro Çarşemê 11ê Çileya 2023an, ji bo hinardekirina hêkan ji Herêma Kurdistanê bo parêzgehên din ên Iraqê, rizamendî nîşan da.

Rakirina qedexeya hinardeya hêkên Herêma Kurdistanê bo naverast û başûrê Iraqê piştî wê yekê hat, ku bihayê hêkê li naverast û başûrê Iraqê ji ber bilindbûna bihayê Dolar, bi awayekî berçav giran bûye.

Herêma Kurdistanê di berhemanîna hêkan de gihîştiye asteke bilind ku pêwîstiya navxwe ya Herêma Kurdistanê dabîn dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hewla zêdetir dide ji bo bazarkirina berhemên hêkê ji bo hinardekirina bo bazarên derve.

Li gor amarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, Herêma Kurdistanê salane 919 milyon û 800 hezar hêk hinardeyî derve dike, ev jî piştî wê yekê ku Herêma Kurdistanê di berhemanîna hêkan de gihîştiye asteke bilind, bi awayekî ku berhemanîna rojane ya hêkan, ji pêwîstiya navxwe ya Herêma Kurdistanê, sedî 50 zêde ye.

Li gor amaran, ligel destbikarkirina Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, projeyên berhemanîna hêkan, bo 33 proje zêde bûne, ku li gor berê, sedî 200 zêde bûye, herwiha şiyana berhemanîna salane, 2 milyar û 918 milyon û 577 hezar hêk bûye, ku li gor berê sedî 100 zêde bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:31:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x