Li Kurdistanê rezerveke nû ya neftê hat keşfkirin!

Şirketa petrol a Îngîltereyê Genel Energy di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêma bakurê Teq Teqê rezerveke nû ya petrolê ku asta baş de tê hesibandin hat kefşkirin.

05.12.2017, Sal - 08:30

Li Kurdistanê rezerveke nû ya neftê hat keşfkirin!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Genel Energy di daxuyaniya xwe de gotiye, ji bo rezerva nû 3 hezar û 100 metro daketine bin erdê û di bîra ku hatiye vekirin de cûrê petrolê yê Cretaceous Shiranish û Kometan ku pir dewlemend e hatiye dîtin.

Hêjayê gotinê ye ku niha li Kurdistanê gelek şirketên enerjiyê ji bo dîtina petrolê bîran dikolin û Genel Energy jî yek ji wan e. Genel Energy di sondaja xwe ya li herêma Teq Teqê de rastî vê petrolê hat. Şirket hetanî encamên testê bi dest nexe wê xebata hilberîna Cretsaceousê bi paş bixe.

Li sehaya petrol a herêma Teq Teqê niha rojane 15 hezar û 100 varîl petrol tê hilberîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1525 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x