Li Stenbolê bihayê semûnekî bû 5 lîre

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êdî bi kêlî û deqeyan bihayê xwerak, kel û pel û sotemeniyê tê zêdekirin

21.06.2022, Sal - 12:45

Li Stenbolê bihayê semûnekî bû 5 lîre
Nuçe Belav bike

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êdî bi kêlî û deqeyan bihayê xwerak, kel û pel û sotemeniyê tê zêdekirin. Îro Sêşembê 21ê Hezîrana 2022ê, li bajarê Stenbolê bihayê yek semûnê 210 gramî ji 4.5 lîre û bo 5 lîre zêde bû. Ev di demekê de ye bihayê her semûnekî di heman meha sala 2021ê de bi 2 lîreyan bû. Bi vê jî bihayê yek semûnî di dema salekê de bi rêjeya %150 giran bûye.

Serokê Komisyona Ardfiroşên Stenbolê Hasan Demir ragihand ku giranbûna bihayê ard bi rêjeyeke berçav, dibe sedema giranbûna bihayê semûn û nan. Bihayê niha yê yek semûnê 210 gramî 4.5 lîre ye û ji roja 21ê mehê ve bo 5 lîre bilind dibe.

Hevdem Serokê Odeya Semûnxane û Firinên Tirkiyê Erdogan Çetin got, bi awayekî fermî bihayê semûn nehatiye girankirin, lê encûmenên semûnxane û firinên piraniya parêzgehên Tirkiyê biryara girankirina bihayê semûn dane. Li hinek parêzgehan jî gramên semûn ji 220 graman bûye 210 gram û hinekan jî kirine 200 gram.

Erdogan Çetin bibîr xist ku sala borî kîsê ard ê 25 kg bi 130 lîreyan dikirîn, lê îsal gehiştiye 550 lîreyan. Herwiha sala derbasbûyî bihayê lîtreyek sotemenî 9 lîre bû, îsal bihayê her lîtreyekê li hinek cihan 30 lîre derbas kiriye. Roja 19ê Hezîrana 2022ê, li 36 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê yek semûnî ji 4 lîreyan bo 5 lîre hat girankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 698 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:04:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x