Li Kobaniyê ji ber vîrûsekê 2 zarokan canê xwe ji dest dan

Li bajarokê Sirîn li başûrê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê 2 zarokan bi vîrûsekê canê xwe ji dest dan.

21.12.2022, Çar - 05:31

Li Kobaniyê ji ber vîrûsekê 2 zarokan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Ji ber wê vîrûsa ku heta niha corê wê nehatiye naskirin, dewama li dibistanên wê navçeyê heta heftiyekê hate rawestandin.

Rêveberiya dibistanên Sirînê ji malbatên zarokan daxwaz kir, xwe û zarokên xwe biparêzin.

Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Sirînê Ednan Hiso ji medya nêzîkî HSDê re got, wan dewama xwendinê ji ber belavbûna vîrosê rawestandiye.

Her wiha Hiso got, ku vîrûs di nav 80% ya xwendevanan de belav bûye.

Pisporê nexweşiyên hinavan Dr. Elî Şahîn beşdarî bultane Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û sedema vê nexweşî nirxand.

Dr. Elî Şahîn di derbarê vê nexweşînê de got “Heta niha nehatiye naskirin ew çi vîrûs e.”

Herwiha Şahîn hişyarî da û dibêje “Divê her kes ji kombûnan dûr bin.”

Berî niha dewama xwendinê li dibistan û peymangehên Reqa, Mibic û Tebqe hatibûn rawestandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 287 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:46:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x