Li Rojava û Sûriyê 7 kesan ji ber kolerayê canê xwe ji dest dane

Wezareta Tendirustiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku hejmara nexweşên ku bi Kolerayê ketine, gihişte 53 kesan û heta hejmara kesên ku bi kolerayê canê xwe ji dest dane, gihişte 7 kesan.

15.09.2022, Per - 06:26

Li Rojava û Sûriyê 7 kesan ji ber kolerayê canê xwe ji dest dane
Nuçe Belav bike

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, ku nexweşiya Kolerayê li nav beşekî ji xelkên navçeyên Rêvebeirya Xweser belav bûye, bi taybetî li gundewarê rojavayê Dêre Zorê.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihandiye ku hêj rewş li jêr kontrolê ye.

Wezareta Tendirustiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku hejmara nexweşên ku piştrast bûye bi Kolera ketine, li wî welatî gihişte 53 kesan, ku 22 ji wan li Helebê, 13 li Heseke, 10 li Dêrezorê, 6 li Laziqiyê û 2 li Şama paytext in.

Li gor heman çavkaniyê, hejmara kesên ku bi kolera canê xwe ji dest dane, gihişte 7 kesan, ku 4 li Helebê, 2 li Dêrezorê û yek jî li Heseke ne.

Bijîşkên pispor di nexweşiyên nav û hinavan de, derbarê nîşanên vê nexweşiyê haydayiê didin.

Bijîşk Umran Hemdî dibêje “Yekem nîşana nexweşiya kolerayê zikçûn e. Çi nexweşeke zikçûn hebe, bi wê nexweşiyê ketiye. Car bi car ta digrin, vedireşin lê ziyatir zikçûn e. Ew zikçûn bo çi xeter û metirsîdar e? Hemû kalibê wî hişk dibe, zexta wî tê xwarê. Di wan rewşan de çareser bibe baş e.”

Derbarê awayê xweparasyinê jî, pispor dibêjin, pakbûna ava vexwarinê û şûştina mêwe û keskayî gelekî girîng e.

Bijîşk Umran Hemdî got jî “Sedema kolerayê bakterî ne. Wexta ku ava vexwarinê ne paqij be ew bakterî çê dibin. Dixwazin hemû sewze û mêwe bên şûştin. Dest pêşî nan û paşî na bên sabûnkirin pir baş e.”

Di vê çarçoveyê de, Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ku ji 10ê vê meha Îlonê ve belavbûna Kolêrayê li wan navçeyan, ragihandiye, daxwaz ji Rêxstina Tendirustiyê ya Cîhanî kiriye ku, alîkariyên pêwsît ji wan re pêşkêş bike, ji bo kontrolkirin wê nexweşiyê.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 355 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:01:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x