Li ser belavbûna Sorikan hişyarî; Nexweşî zêde dibe û zarok dimirin

Odeya Pizîşkan a Stenbolê ragihand ku di van demên dawî de li Stenbolê nexweşiya sorikan bi awayekî zêde belav dibe û got: “Mixabin em dizanin ji ber nexweşiya Sorikan hinek zarokan canê xwe ji dest dane. Divê di demek kurt de rê li ber belavbûna wê bê girtin û ji sedî 92 heta 95ê civakê vaksîn bibe.”

14.06.2023, Çar - 05:52

Li ser belavbûna Sorikan hişyarî; Nexweşî zêde dibe û zarok dimirin
Nuçe Belav bike

Odeya Pizîşkan a Stenbolê roja Sêşemê 13ê Hezîrana 2023an derbarê zêdebûna pêketina bi nexweşiya sorikan a li Stenbolê de, civîneke çapemeniyê saz kir. Endamên Desteya Rêvberiya Odeya Pizîşkan Dr. Saffet Ercan, Esin Tuncay û Dr. Ayşen Yavru û ji Yekitiya Pizîşkên Tirk Dr. Ozden Gungor beşdarî civînê bûn.

Endamê Desteya Rêvberiya Odeya Pizîşkan Dr. Saffet Ercan, di daxuyaniya çapemeniyê de ameje bi wê yekê da ku nexweşiya Sorikan bi awayekî nîgeranker li Stenbolê zêde dibe û got: “Zarokên ku canê xwe ji dest dane hene. Divê di zûtirîn dem de rê li ber vê yekê bê girtin. Wek odeya pizîşkan erkê me ye ku berî belavbûna nexweşiyan di nav mirovan de em hişyariyên derbarê wergirtina tedbîran de bidin.”

Ercan bal kişand ser metirsiyên nexweşiya Sorikan û belavbûna wê û got: “Sorik yek ji wan nexweşiyên veguhêz e ku dîroka wê vedigerê bo demên berê û bûye sedema mirina bi milyonan kes û seqetbûna wan. Lê yek ji wan nexweşiyan e ku ev nîv sedsal e bi vaksînan dikare rê li ber bê girtin. Ji ber vê jî tehemûla me nîne em ji ber sorikan zarokên xwe ji dest bidin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de Odeya Pizîşkan a Stenbolê ji bo rêgirtin li nexweşiya Sorikan banga vaksînbûnê li welatiyan kir û got: “Ji bo rêgirtin li belavbûna virûsa Sorikan divê ji sedî 92 heta 95ê civakê vaksîna Sorikan werbigire.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 250 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:31:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x