WHO: Dibe bi tundkirina rêkaran korona bê kontrolkirin

“gelek nimûne hene li seranserê cîhanê ku nîşan didin, eger belavbûna koronayê bilez û berfireh jî be, dikare bê kontrolkirin.”

11.07.2020, Cts - 09:05

WHO: Dibe bi tundkirina rêkaran korona bê kontrolkirin
Nuçe Belav bike

Hejmara tûşbûyên koronayê li cîhanê 12 milyon û 631 hezar kes derbas kir û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) dibêje, welat dikarin belavbûna şewba koronayê kontrol bikin eger êrkarên xweparastinê tundtir bikin.

Têdros Edhanom, Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî nîgeraniya xwe li beramber 2 qat zêdebûna hejmara tûşbûyan di heyama 6 hefteyên derbasbûyî de derbirî, lêbelê geşbîniya xwe li hember serkeftina bi ser vîrusa koronayê de anî ziman û got, “gelek nimûne hene li seranserê cîhanê ku nîşan didin, eger belavbûna koronayê bilez û berfireh jî be, dikare bê kontrolkirin.”

Li hinek welatan, ji ber zêdebûna hejmara tûşbûyan, dûbare rêkarên tund hatin sepandin; li Ozbekistanê dûbare qedexeya hatinûçûnê ya giştî hat sepandin û li Hong Kongê jî piştî tomarkirina hejmareke zêde ya tûşbûyên nû, biryar hat dayîn dibistan bên girtin.

Têdros Edhanom daxwaz ji welatên cîhanê kir, rêkarên tund bigirin, her yek ji Îtalya, Spanya, Koreya Başûr û Hindistan wek nimûne nîşan dan ku dikare belavbûna koronayê bê kontrolkirin eger rêkarên tund bên girtin.

Li gor amarên Worldometer, ew 10 welatên zêdetirîn pêketiyên koronayê tê de hatine tomarkirin ev in;

Amerîka: 3 milyon û 291 hezar û 786 tûşbû

Brezîlya: 1 milyon û 804 hezar û 338 tûşbû

Hindistan: 822 hezar û 603 tûşbû

Rûsya: 713 hezar û 936 tûşbû

Perû: 319 hezar û 646 tûşbû

Şilî: 309 hezar û 274 tûşbû

Spanya: 300 hezar û 988 tûşbû

Meksîka: 289 hezar û 174 tûşbû

Brîtanya: 288 hezar û 133 tûşbû

Îran: 252 hezar û 720 tûşbû

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 757 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:55:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x