Derbarê 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de hişyarî hat dayîn

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê pêşbînî dike ku îro Sêşemê 29ê Hezîrana 2022ê li 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baran bibare û hişyariya lehiyê bo hinek cihan tê dayîn.

29.06.2022, Çar - 06:35

Derbarê 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de hişyarî hat dayîn
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê pêşbînî dike ku îro Sêşemê 29ê Hezîrana 2022ê li 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baran bibare û hişyariya lehiyê bo hinek cihan tê dayîn.

Li gor pêşbîniyên Rêveberiya Keşnasî ya Tirkiyê, tê çaverêkirin baraneke zêde li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê bibare û ev yek jî bibe sedema çêbûna lehiyê li beşek ji navçeyên wê parêzgehê.

Rêveberiya navborî derbarê bajarên Tirkiyê de jî hişyarî daye û ragihandiye ku dê li bajarên Amasya, Bartin, Bolu, Çankiri, Çorum, Duzce, Gîresûn, Karabuk, Kastamonu, Ordu, Samsun, Sînop, Tokat, Yozgat û Zonguldakê jî bareneke zêde bibare û egera çêbûna lehiyê heye.

Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê dibêje, ji ber pêla baran barînê pileya germayê herî kêm 5 pile li Sêwaz û bajarên din ên Tirkiye dadikevin.

Roja Sêşemê 28ê Hezîrana 2022ê baraneke zêde li herdû parêzgehên Agirî û Qersê yên Bakurê Kurdistanê jî barî û li hinek navçeyan lehî çêbû.

Di çend heftiyên borî de pêla baran barînê beşeke parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê girtiye. Roja 7ê Hezîrana 2022ê 7ê Hezîranê dû rojan pêla barînê li 24 û parêzgehên Bakurê Kurdistanlê despêkir û 11ê Hezîranê jî bo demê 5 rojan baranbarîn li 17 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê barî.

Di pêla dûyem a baranbarînê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 34 kes birîndar bûn, herwoha 168 kes jî ji xeniqînê hatin rizgarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 531 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:14:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x