Li Êlihê barîna berfê; Rêya 24 gund û mezrayan hat girtin

i parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde rêya 24 gund û mezrayan hat girtin.

30.01.2023, Pts - 07:23

Li Êlihê barîna berfê; Rêya 24 gund û mezrayan hat girtin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên ku Rêveberiya Taybet a Êlihê belav kirine, ji ber berfa ku ev du rojin dibare rêya 24 gund û mezrayan li Êlihê hatiye girtin.

Ji gundên rêya wan hatine girtin, 21 gund ser bi navçeya Qabilcewz (Sason)ê û 3 gund jî ser bi navçeya Hezo ve ne.

Li navçeya Qabilcewz ji bakur ber bi rojhilatê bajêr ve bilindbûna berfê gihiştiye 20 santîmetreyan.

Xebatên vekirina rêyên gundan li vê parêzgehê berdewam dikin.

Ji destpêka vê heftiyê ve pêleke barîna berfê piraniya navçeyên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe û pileya hewayê jî gelek daketiye û hewa gelek sar bûye.

Barîna berfê tevî ku bûye sedema kêfxweşiya xelkê, lê belê di heman demê de bandor li jiyana welatiyan kiriye û bûye sedema zehmetiyan jî, bi taybet rêyên bi sedan gund û gundikan hatine girtin û ji bo sotemenî û germkirinê jî pirsgirêk xelk rastî pirsgirêkan hatine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x