Li Qersê pêleke nû ya berfê destpê kir

Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê piştî daketina pileya germayê, di demjimêrên şev de pêleke nû ya barîna berfê destpêkir.

29.12.2022, Per - 06:56

Li Qersê pêleke nû ya berfê destpê kir
Nuçe Belav bike

Duh bi şev, piştî daketina pileya germayê û pêla sermayê ku ev demeke bandor li navçeyê dikir, berf bariya.

Li navenda bajar li ser rêyên çûn û hatinê asta dîtinê daket û şofêr di trafîkê de rûbirûyî zehmetiyan bûn.

Beşek ji welatiyan, li navçeyên dîrokî yên Qersê di bin berfê de wêneyên xwe tomar kirin.

Qers yek ji parêzgehên herî sar ên Bakurê Kurdistanê ye û di zivistanan de bi şevan germa li vê parêzgehê heta jêr sifrê 30-35 pile jî dadikeve.

Di zivistanan de rêjeyeke zêde ya berfê li vê parêzgehê dibare. Zivistana wê dûr û dirêj e û derdora 6 mehên salê li Qersê berf li erdê dimîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:01:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x