Girtin û zindanî kirina Kurdên Rojhilat roj bi roj zêde dibe

30.01.2021, Cts - 21:09

Girtin û zindanî kirina Kurdên Rojhilat roj bi roj zêde dibe
Nuçe Belav bike

Bi gor nuçeyên, ku çavkaniyên navçeyê belav kiriye, di rojên dawiyê da girtin û zindanî kirina Kurdên Rojhilat ji aliyê hêzên ewlehiya Rejîma Cumhuriyeta Îslamî ya Îranê ve zêde bûye.

Rejîma Cumhuriyeta Îranê, ku bi navê rejîma cumhuriyeta idamê tê nasin, li seranserê Kurdistana Rojhilatê, bi hancetên cuda-cuda dest bi serda girtina çalakvanên mafê mirov û jingeparêzî, ronakbîr û nivîskar û helbestvan û malbatên Pêşmerge kiriye.

Rejîma Îslamiya Îranê tenê zilm û teda li girtiyan nake, her usa gefa malbata wan dixwe û metirsî li ser girtiyan heye, ku bêne idam kirinê.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK girtina Kurdên Rojhilatê bi şiveyê destecemî mehkum dike û ji hêzên welatparêz û demokrata daxwaz dike, ku dengê xwe li hemberê Rejima Cumhuriyet Îslamiya Îranê bilind bikin.

PSK bang li saziyên mafê mirov û humanîst yên navnetewî û dewletên Rojava dike, ku bona peşî lê girtina girtin û idam kirinê fişar li rejîma Cumhuriyeta Îranê bikin.

30.01.2021

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 601 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x