Li Hatayê 3 kesan ji ber alkola sexte jiyana xwe ji dest dan

Li Navçeya Îskenderûnê ya ser bi parêzgeha Hatayê ve 12 kes bi alkole sextet jehrî ketin, ji wan 3ê kesan canê xwe ji dest dan û 9 kesên din li nexweşxaneyê tên dermankirin.

07.09.2022, Çar - 06:57

Li Hatayê 3 kesan ji ber alkola sexte jiyana xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Li bajarê Îskenderûnê 4ê Êlûnê 12 kesan ji ber alkola sexte vexwarine bi jehrîketin. Her 12 kes bo nexweşxaneya Dewletê hatin veguhestin. Piraniya wan ji ber rewşa wan ya tendirustî xirap bû li jêr çavdêriya Çir de bûn. Tevî hemû hewildanên pizîşkan îro 6ê Êlûnê sê kesan canê xwe ji dest da.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat despêkirin. Tîmên Rêveberiya Ewlekariya bajêr 10 kes bi tohmeta çêkirin û firotina alkola sexte desteser kirin. Piştî ku ew şandin dadgehê kesê bi navê F.B hate girtin û îfadeya yê din jî berdewam dike. Her wiha polîsan dest danî ser 84,2 lître alkola sexte ya amade û 2 hezar û 600 lître alkola sexte ya ku hîn dihat amade kirin.

Walîtiya Hatayê di derbarê bûyerê de daxwiyaniyek da û got: ji 12 kesên ku li jêr çavdêriya çir dene 3ê kesan canê xwe ji dest daye, 10 kes hatine desteserkirin û ew bo adliyê hatine şandin û kesek jî hatiye girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 446 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:45:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x