Parêzgerê Hewlêr: İro bazar û cihên giştî vedibin

Parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku iro saet 18.00’an bazar û cihên giştî vedibin, lê qedexeya çûnûhatina nav parêzgehan wê bidome.

03.06.2020, Çar - 07:24

Parêzgerê Hewlêr: İro bazar û cihên giştî vedibin
Nuçe Belav bike

Parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku iro saet 18.00’an bazar û cihên giştî vedibin, lê qedexeya çûnûhatina nav parêzgehan wê bidome.

Firset Sofî bal kişand ku ew cihên berê ji bo vekirina wan destûr hatibû dayîn, bi mercên sibe eşkere bikin, eger li gor biryarê bin dikarin êvarî piştî saet 18.00’an benê vekirin.

Firset Sofî anî ziman qedexeya çûnûhatina di navbera parêzgehan de weke xwe dimîne û nabe di navbera parêzgehan de çûnûhatin hebe.

Di civîna çapemeniyê de Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Doktor Dilovan Mihemed jî got ku li Hewlêrê kesekî din canê xwe ji dest da.

Dr. Dilovan Mihemed diyar kir pêwîstiya ew kesê jiyana xwe ji dest daye bi oksîjenê hebûye, bi şêweyeke tund virusê ew girtibû û gurçikên wî jî ji kar ketibûn.

Di 24 saetên dawî de, 47 bûyerên nû û 4 kuştinên li Suleymaniye rû da.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 14 kesan ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 655 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:43:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x