Zarokekî Kurd ê 9 salî li Swêdê bi xwendina 500 pirtûkan xelat wergirt

Zarokekî Kurd ê 9 salî li Swêdê bi xwendina nêzîkî 500 pirtûkan xelata Xwendevanê Herî Baş ê Pirtûkan a Weqfa Pascal Engmanê wergirt.

24.05.2023, Çar - 12:11

Zarokekî Kurd ê 9 salî li Swêdê bi xwendina 500 pirtûkan xelat wergirt
Nuçe Belav bike

Sepenta Sarhadi (Serhedî) zarokekî Kurd ê 9 salî û bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku li bajarê Eskilstuna yê Swêdê dijî. Wî zarokê Kurd heta niha nêzîkî 500 pirtûk xwendine û şiyana wî ya ecêb wiha kiriye ku medyayên Swêdê balê bikişînin ser wî.

Ji heftiya bihorî ve bala medyayên Swêdê çûye ser wî zarokê Kurd, ew jî piştî ku encama lêkolînekê li wî welatî hat belavkirin ku encama wê lêkolînê nîşan dide ku xwendina pirtûkan di nav xwendekarên pola 4ê ya dibistanên wî welatî de daketiye.

Saziya Pascal Engman ku 3 sal e hatiye avakirin, ji bo sala 2023an Xelata Xwendevanê Herî Baş ê Pirtûkan da Sepenta Serhedî û bi vê yekê ew zarokê Kurd bû sêyemîn kesê ku li Swêdê ev xelat wergirtiye.

Sarhadi di hevpeyvîneke televizyonî dibêje: “Dema ku ez pirtûkekê dixwînim, ez hest dikim ku li fîlmekî temaşe dikim.”

Sepenta bi sê zimanên Kurdî, Swêdî û Îngilîzî dixwîne û dibîje: “Ez dixwazim di paşerojê de bi Spanî û Almanî jî bixwînim, ji ber vê yekê ez niha xwe fêrî wan zimanan dibim.”

Ew zarokê Kurd ji bilî ku xwendevanekî baş e, ji futbolê jî hez dike û dixwaze bi 2,500 dolarên ku Weqfa Pascal Engman daye wî, cil û bergên futbolê û pirtûkan bikire.

Saziya Pascal Engmanê di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Wî zarokî heta niha nêzî 500 pirtûk xwendine û bi rêya medyaya civakî, li dibistanê û bi gelek zimanan eleqeya xwe ya ji bo xwendinê aniye ziman. Di encamê de ji bo gelek kesan bûye çavkaniyeke girîng.”

Sepenta Sarhadi niha zarokan teşwîq dike ku bi riya torên civakî pirtûkan bixwînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:52:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x